Bexda û Şam têkildarî vekirina deriyên sînor axivîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i332058-bexda_û_Şam_têkildarî_vekirina_deriyên_sînor_axivîn
Bexda û Şam têkildarî vekirina deriyên sînor axivîn. Piştî konferansa 32’yemîn a Yekitiya Parlamenta Ereb, Serokê Parlamenta Iraqê Mihemed El-Helbûsî, cîgirê serokê parlamenta Sûriyê Mihemed Ekrem El-Eclanî, pêşwaz kir. Her duyan li ser vekirina deriyên sînor di navbera her du welatan de gotûbêj kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 19, 2022 05:37 Asia/Tehran
  • Bexda û Şam têkildarî vekirina deriyên sînor axivîn

Bexda û Şam têkildarî vekirina deriyên sînor axivîn. Piştî konferansa 32’yemîn a Yekitiya Parlamenta Ereb, Serokê Parlamenta Iraqê Mihemed El-Helbûsî, cîgirê serokê parlamenta Sûriyê Mihemed Ekrem El-Eclanî, pêşwaz kir. Her duyan li ser vekirina deriyên sînor di navbera her du welatan de gotûbêj kir.

Nivîsgeha Ragihandinê ya serokê parlamenta Iraqê bi daxuyaniyekê got: "Her du aliyan rewşên giştî û têkiliyên dualî yên her du welatan, hevkariya parlamentê bi rêya aktîfkirina dîplomasiya parlamentê ji bo mijarên xwedî girîngiyeke hevbeş nîqaş kirin. Da ku berjewendiya her du gelên Iraq û Sûriyê pêk bîne û Iraqê destekê dide ewlehî û îstîqrara Sûriyê."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku her du aliyan hevkariya vekirina deriyên sînor di navbera her du welatan de, destpêkirina gavên pratîkî û rakirina astengiyên di navbera her du aliyan de û vekirina jinûve ya deriyên sînor hilkolandin.