Komên siyasî yên şîe li Iraqê hevpeymaniya nû dadimezirînin
Sibat 18, 2022 11:37 Asia/Tehran
Nûnerekî Hevpeymaniya parlimanî ya Fehtê got: Biryar e komên heyî di Komîteya hevahengiya şîeyan a Iraqê da, Hevpeymaniya Subatul Wetenî damezirînin.
Li gorî rapora Nas Newsê, Hamid Mûsewî ji nûnerên Hevpeymaniya Parlimanî ya Fetha Iraqê bi serokatiya Hadî Amirî got: Komên heyî li Komîteya Hevahengiya Şîeyan a bi navê El-Etar El-Tenesqî (Çarçova Hevahengiyê) dixwazin ku hevpeymaniyeke nû ya bi navê Subatul Wetenî pêkhatî ji 88 nûneran damezirînin.