Yekitîya alîyên sîyasî, pêşmercê pêkanîna dewletê li Iraqê ye
Endamekî Hevalbendîya Feth`ê ya Iraqê ragihand ku bêyî yekitîya Desteya Hevahengîya Şîeyan û Bereya Sedir ti dewletek li vî welatî pêk nayê.
Mehmûd Heyanî endamê Hevalbendîya Feth`ê ya Iraqê got: Bêyî yekitîya di navbera Desteya Hevahengîya Şîeyan û Bereya Sedrê em dê nekaribin dewleta bê ya Iraqê ava bikin û duberekî di nav mala şîeyan da ne ser xêra berjewendîyên Iraqê ye.
Heyanî herwiha got: Her cure duberekîya di nava mala şîeyan da yê bbie sedema dabînkirina berjewendîyên hin alîyên sîyasî û mixabin firotina post û wezaretan ji nika va destpê bûye.
Desteya Hevahengîya Şîeyên Iraqê berî vîya ragihandibû ku bêyî pişikdarîya Dewleta Qanûnê bi serokatîya Nûrî Malikî yê bi Bereya Sedr`ê ra hevalbendîyê saz neke.
Eva di halekî da ye ku Muqteda Sedir hela jî pêgirîyê ser wêdadayîna Nûrî Malikî ji her cure hevalbendîya dualî dike.