Li rojhilatê Iraqê 70 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
Rêxistina Heşda Şeibî ya Iraqê ji kuştina herî kêm 70 endamên koma têrorîst a DAIŞ`ê li rojhilata vî welatî agahî da.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB Newsê, Rêxistina Heşda Şeibî ya Iraqê şeva Yekşemê ragihand ku hêzên wan êrişî 70 endamên koma têrorîst a DAIŞsê kirin ku hewl didan derfetê bi dest bixin û êrişî hêzên ewlehiyê yên li parêzgeha Diyala li rojhilatê Iraqê bikin.
Tevî şikestina koma têrorîst a DAIŞ`ê li Iraqê, hêj hejmarek ji endamên vê koma têrorîst li navçeyên curbicur ên vî welatî hene û bi awayekî berbelav kiryarên terorîstî dikin.
Koma têrorîst a DAIŞ`ê di sala 2014`an de bi piştevaniya malî û leşkerî ya Amerîkayê û hevpeymanên rojavayî û erebî ji wan Erebistana Siûd û Tirkiyê êrişî Iraqê kir û beşeke berfireh ji navçeyên bakur û rojavaya vî welatî dagîr kir û gelek tawan kirin. Îraq paşê bang li Îranê kir ku alîkarîya Bexdayê bike li dijî terorîstan. Di encama alîkariya Îranê ya şêwirkariya leşkerî Iraqê karî bajar û gundên xwe ji bin lepên terorîstên DAIŞê derxîne.