Li Bexdayê li dijî bankên kurdî du teqîn pêk hat
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i331458-li_bexdayê_li_dijî_bankên_kurdî_du_teqîn_pêk_hat
Çavkaniyeke ewlekariyê yên Iraqê ragihand ku li dijî du bankên kurdî li Bexdayê du teqîn çêbûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 17, 2022 02:09 Asia/Tehran
  • Li Bexdayê li dijî bankên kurdî du teqîn pêk hat

Çavkaniyeke ewlekariyê yên Iraqê ragihand ku li dijî du bankên kurdî li Bexdayê du teqîn çêbûn.

Çavkaniyekê ji Alsumaria re daxuyand ku êvara borî dengên du teqînan hat bîhîstin, yek nêzî Mesreh El-Wetenî û ya din nêzî Qada El-Wesaiq bû.

Çavkaniyê eşkere kir ku piştre hate diyarkirin ku du mayîn nêzî du bankan hatin teqandin.

Di vê çarçêvê de çavkaniyên ewlekariyê,dir kirin ku  du bankên Kurdî li Bexda ya paytexta Iraqê rastî teqîna bombeyan hatine.

Peyamnêrê Rûdawê jî li Bexdayê ragihand ku du teqînên îşev li Bexdayê du bankên Kurdî li Bexdayê kirine armanc.

Li gor zanyariyên Rûdawê, teqîna yekem li taxa Kerrade û Banka Cîhan kiriye armanc û teqîna duyem li Qada Wasiq li cadeya Selman Fayiq Banka Kurdistanê kiriye armanc.

Fermandarê Operasyonên Bexdayê Orgeneral Ehmed Selîm ragihand ku  di êrîşên li herêma Kerrade ya Bexdayê de 2 kes birîndar bûne.