Karwanê koalîsyona Amerîkî li başûrê Bexdayê kete ber êrişê
Çile 04, 2022 18:54 Asia/Tehran
Çavkaniyên Îraqî ragihandin ku bombeyek li ser riya karwanekê ku kelûpelên piştevaniya hevpeymaniya Amerîkî hilgirtibû li başûrê parêzgeha Bexdayê teqiya.
Li gorî rapora malpera Şefeq News`ê, roja çarşemiyê bombeyek li ser rêya karwanekî alavên piştevaniya hevpeymaniya Amerîkayê li başûrê parêzgeha Bexdayê teqiya, ku ti ziyanên canî çênebûn.
Hevdem vê teqîna bargeha hêzên amerîkî ya Eyn el-Esed; li par;zgeha Enbarê ya rojavayê Iraqê bû armanca êrişa firokeyên bêpîlot ên întiharî.
Piştî biryara parlamenta Iraqê ya derbarê derkirina hêzên Amerîkayê ji wî welatî û paşxistina Bexdayê, karwanên piştevaniya hevpeymaniya Amerîkayê di hefteyê de çend caran û carna jî çend caran di rojê de dibin armanca bombeyên li kêleka rê.