Wezîrê Rê û Avakirina Bajaran yê Îranê bi Serokomarê Iraqê re civiya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i330996-wezîrê_rê_û_avakirina_bajaran_yê_Îranê_bi_serokomarê_iraqê_re_civiya
Wezîrê Rê û Avakirina Bajaran yê Îranê bi Serokomarê Iraqê re hevdîtin pêk anî û li ser mijarên ku her du alî pêxweş in gotûbêj kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 27, 2021 18:56 Asia/Tehran
  • Wezîrê Rê û Avakirina Bajaran yê Îranê bi Serokomarê Iraqê re civiya

Wezîrê Rê û Avakirina Bajaran yê Îranê bi Serokomarê Iraqê re hevdîtin pêk anî û li ser mijarên ku her du alî pêxweş in gotûbêj kirin.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA)`yê, Rostem Qasimî Wezîrê Rê û Avakirina Bajaran yê Îranê û Berhem Salih serokomarê Iraqê li bara geşepêdana peywendiyên dualî û riyên bihêzkirina van pêwendiyan di warên curbicur de gotûbêj kirin.

Rostem Qasimî û Berhem Salih her wiha li ser berfirehkirina hevkariyên aborî, bazirganî û veguhestina bejayî û esmanî gotûbêj kirin.
Wezîrê Rê û Avakirina Bajaran yê Îranê danê êvarê yê roja Şemiyê bi serokatiya şandekê giheşte Iraqê û bi rayedarên vî welatî re hevdîtin pêk anîn.