Sedr û Amêrî yê derbarê hilbijartinên Iraqê da bicivin
Çavkanîyekî ji Hevalbendîya Feth`ê ragihand ku Hadî Amêrî Serokê vê hevalbendîyê û Muqteda Sedir serokê Bereya Sedrê yê li parêzgeha Necefê bicivin.
Ligorî rapora Firat News`ê, Çavkanîyekî ji Hevalbendîya Feth`ê îro di daxûyanîyekê da ragihand ku Amêrî û Sedir yê di çend rojên bê da bicivin ta ku civînek di navbera Desteya Hevahengîya Şîeyên Iraqê û Bereya Sedir da be.
Ligorî wê daxûyanîyê, rêberên Desteya Hevahengîya Partîyên Şîe erkên muzakireya bi alîyên serketî di hilbijartinan da ser 3 mêhweran parve dikin. Yekem mêhwer muzakireya bi kurdan re jibo lihevkirina ser formûlekê ye ku daxwazên hemî alîyan dabîn bike, bi awayekî ku berjewendîyên welêt bi giştî dabîn bike.
Ew çavkanî dide zanîn ku mêhwera duyem jî muzakireya bi sunneyan ra jibo liyêkgiheştinên di pêşerojê da û dilnîyabûna ji piştgirîya wan ji helwestên Desteya Hevahengîya Şîeyan e, di halekî da ku mêhwera din muzakireya bi Sedir û rêberên vê bereyê ra ye.