Dijeterora Herêma Kurdistanê: Otomobîleke artêşa Iraqê li Şengalê hat şewitandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i330616-dijeterora_herêma_kurdistanê_otomobîleke_artêşa_iraqê_li_Şengalê_hat_şewitandin
Dijeterora Herêma Kurdistanê derbarê rewşa Şengalê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, otomobîleke artêşa Iraqê hat şewitandin û 2 kes jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 12, 2021 18:12 Asia/Tehran
  • Dijeterora Herêma Kurdistanê: Otomobîleke artêşa Iraqê li Şengalê hat şewitandin

Dijeterora Herêma Kurdistanê derbarê rewşa Şengalê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, otomobîleke artêşa Iraqê hat şewitandin û 2 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya Dijeterora Herêma Kurdistanê de hat ragihandin: “Di encama rûbirûbûna xwepêşandar û alîgirên YBŞê û artêşa Iraqê de li qezaya Şingalê, otomobîleke artêşa Iraqê hat şewitandin û 2 xwepêşander jî birîndar bûn.”

Dijeterora Herêma Kurdistanê her wiha diyar kir: “Piştî van aloziyan di navbera şervanên YBŞ'ê û artêşa Iraqê de, pevçûnên çekdarî rû dan û artêşa Iraqê vekişiya"

Îro çekdarên YBŞê dewama fermî ya dewletê li Şengalê rawestandin û artêşa Iraqê jî hêzeke ber bi Şengalê ve bir.

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê daxuyaniyek derbarê rewşa îro ya Şengalê de belav kir û diyar kir, hêzên ewlekarîyê dest bi lêkolînan li ser bûyera teqekirinê û avêtina bombeka molotof li ser Hummerek artêşa Iraqê de kirine.