Bombeyek li Kerkûkê teqiya û çend kes birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i330461-bombeyek_li_kerkûkê_teqiya_û_çend_kes_birîndar_bûn
Bombeyek li bajarê Kerkûkê teqiya û di encamê de hejmarek welatî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 05, 2021 06:39 Asia/Tehran
  • Bombeyek li Kerkûkê teqiya û çend kes birîndar bûn

Bombeyek li bajarê Kerkûkê teqiya û di encamê de hejmarek welatî birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê got, bombeyek li taxa Xirnata li nêzîkî westgeha benzîna Bakur ku cihekî giştî û qerebalix e teqiya.

Li gor ragihandina peyamnêrê K24, bombe di nava tankerekê de hatibû danîn û di encama teqînê de, hejmarek welatî birîndar bûn û ziyan gihîşt xanî û dukanên derdorê.

Hat ragihandin ku rêveberiya polîsê Kerkûkê derbarê wê teqînê de dest bi lêkolînê kiriye.