Serokomarê Iraqê xwest ku bila bi baldarî giliyên hilbijartinan werin bersivdan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i330376-serokomarê_iraqê_xwest_ku_bila_bi_baldarî_giliyên_hilbijartinan_werin_bersivdan
Serokomar û Serokê Civata Bilind a Dadwerî ya Iraqê tekezî li ser girîngiya bi hûrî û bêyî ku pişta aliyekê were girtin giliyên hilbijartinan bên hilkolandin û bersivdan bi awayekî ku baweriya bi proseya hilbijartinan zêde bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 30, 2021 19:56 Asia/Tehran
  • Serokomarê Iraqê xwest ku bila bi baldarî giliyên hilbijartinan werin bersivdan

Serokomar û Serokê Civata Bilind a Dadwerî ya Iraqê tekezî li ser girîngiya bi hûrî û bêyî ku pişta aliyekê were girtin giliyên hilbijartinan bên hilkolandin û bersivdan bi awayekî ku baweriya bi proseya hilbijartinan zêde bibe.

Li gorî rapora malpera Sumerian News`ê, Berhem Salih serokkomarê Iraqê roja sêşemiyê li hevdîtina tev Faîq Zîdan serokê Civata bilind a dadweriyê li bara giringiya parastina pirosesa demokrasiyê û çarçoweya destûrî ji bo rûbirûbûna gilî û gazindên xelkê û hilbijartinan sekinî.

Her du alî tekez li ser giringiya bihêzkirina yekitî û hevgirtin û diyaloga niştimanî ji bo lêkolîna bûyerên girîng ên neteweyî û berî her tiştî pêkanîna hikûmeteke bikêrhatî ku berjiwendiyên bilind ên welat diparêze û xwestekên welat ji bo baştirkirina şert û mercên jiyanê û xizmetguzariyê pêk bîne, tekez kirin.

Piştî ragihandina encamên destpêkê yên hilbijartinên Parlamenta Iraqê, gelek namzed û xelkê li dijî encamên hilbijartinan yên ragihandî ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan nerazîbûn nîşan dan û daxwaza şefafiyetê di ragihandina encaman de kirin.