Êrîşî konvoya leşkerî ya Amerîkî li Iraqê kirin
Çirî 13, 2021 19:02 Asia/Tehran
Jêderên Iraqî ragihandin ku li başûrê vî welatî êrîşek li dijî karwanekî amerîkî ku alavên lojestîk ên leşkerî dibir hat kirin.
Li gorî kenala Telegramê ya "Saberin News"; Karwanê lojestîk a leşkerî ya Amerîkî îro Çarşemê piştî nîvro li nêzîkî deriyê sînorî yê Cerîşan li başûrê raqê bû armanca bombeyek li kêleka rê.
Li gorî agahiyan, heta niha ti aliyan berpirsiyariya êrişê negirtiye ser xwe.
Di mehên dawîn de, konvoyên ku alavên lojîstîkî ji bo leşkerên Amerîkî ku li baregehên leşkerî yên cihê yên li Iraqê bi cîh bûne, gelek caran bûne hedefa bombeyên li kêleka rê.