Operasyona Hêzên iraqî li dijî terorîstên DAIŞ`ê li bakurê Bexdayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i328451-operasyona_hêzên_iraqî_li_dijî_terorîstên_daiŞ_ê_li_bakurê_bexdayê
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand ku ji bo şopandina şaneyên veşartî yên koma terorîst a DAIŞ'ê operasyoneke leşkerî li bakurê Bexdayê, daye destpêkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 24, 2021 04:37 Asia/Tehran
  • Operasyona Hêzên iraqî li dijî terorîstên DAIŞ`ê li bakurê Bexdayê

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand ku ji bo şopandina şaneyên veşartî yên koma terorîst a DAIŞ'ê operasyoneke leşkerî li bakurê Bexdayê, daye destpêkirin.

Li gorî nivîsgeha çapemeniyê ya serokwezîrê Iraqê, di serdana Mistefa Kazimî ya herêmê Tarmiyê de duh operasyona leşkerî li bakurê Bexdayê hat ragihandin.

Kazimî diyar kir ku têkbirina terorê berpirsyariyeke giştî ye û anî ziman ku divê plansaziyên ewlehiyê yên li dijî şaneyên veşartî ji nû ve çêkin û li aliyekî din dê hêzên leşkerî yên li Tarmiyê xurt bikin.