Hezîran 08, 2021 10:56 Asia/Tehran
  • Fermandarê Heşdî Şebî Qasim Muslih hat azadkirin

Fermandarê Heşdî Şebî li Enbarê Qasim Muslih piştî desteserkirina wî bi çend hefteyan bi biryara dadgehê bi bahaneya nebûna belgeya tawnbariyê hat azadkirin.

Medyaya Iraqê belav kiriye duh êvara duşemê 07.06.2021ê dadgehê biryara azadkirina Qasim Muslih daye çunke belgeyên temam li ber destê wan da nînin ji bo tawanbarkirina wî.

Herwiha medyaya Iraqê belav jî kiriye hêzên Heşdî Şebî wê bi merasîmekê pêşwaziya Qasim Muslih bikin dema ku ew ji zindanê were derxistin.

Berî viya, parlamenterê Iraqî Mihemed el-Beldawî tekez kir ku şopa Amerîkayê di biryarên vê dawîyê yên dijî Heşdî Şebî de tê dîtin. Amerîka lê digere dîsa terorîzm vegere nav deverên curbicur ên Iraqê.

Qasim Muslih, yek ji fermandarên payebilind ê Seferberiya Gelê Iraqê, li dijî plana veguheztina endamên DAIŞê ji Sûrîyê bo Iraqê sekinî, lê di bin fişara balyozxana Amerîka de hate revandin; ev kiryarê provokatîf bû sedem ku gel, komên berxwedanê û hin çalakvanên siyasî vê kiryarê bi tundî protesto bikin.

Hêjayî gotinê ye  ku Qasim Muslih bi bahanye beşdarî di kuştina çalakvanên medenî û gendeliyê di 27ê Gulanê de ji aliyê dije terora Iraqê ve hat desteserkirin. Herwiha beramber desteserkirina Qasim Muslih Hêzên Heşdî Şebî bi çekên giran û tankan daketin kuçe û kolanên Bexdayê û herêma kesk kontrolkirin û daxwaz ji hikûmetê kirin Qasim Muslih were azadkirin û hikûmeta Iraqê jî bi awayek nihênî Qasim Muslih radestî Hêzên Heşdî Şebî kir û îro bi biryara dadgehê jî hat azadkirin.

Serepeyv