Li dijî navendeke leşkerî ya Amerîkayê ya li Iraqê êriş
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i326065-li_dijî_navendeke_leşkerî_ya_amerîkayê_ya_li_iraqê_êriş
Bi sê roketan navenda asîmanî ya leşkerên Amerîkayê ya li bakurê Bexdayê hate armanckirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 04, 2021 06:00 Asia/Tehran
  • Li dijî navendeke leşkerî ya Amerîkayê ya li Iraqê êriş

Bi sê roketan navenda asîmanî ya leşkerên Amerîkayê ya li bakurê Bexdayê hate armanckirin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên ewlehiyê ji AFP’ê re, bi sê roketan navendeke asîmanî ya Amerîkayê ku tê de leşker jî hebûn hate armanckirin.

Di nava 24 saetan de bû cara duyemîn ku êrişên mîna vê pêk tên. Şeva berê, bi du roketan balafirxana Bexda ku leşkerên Amerîka lê bûn hate topbarankirin.