Amerîka: Em naxwazin hêzên xwe ji Iraqê vekişînin
Fermandarê Serfermandariya Navendî ya Hêzên terorîst ên Amerîkayê (CENTCOM) General Kenneth McKenzie ragihand; niyeta Amerîkayê ya vekişandina hêzên xwe ji Iraqê tune ye.
General Kenneth McKenzie di hevpeyvîneke televîzyonî de îdia kir: Li ser daxwaza hikûmeta Iraqê hêzên wan li wî welatî ne, şerê DAIŞê jî bi dawî nebûye, bi hevkariya Hevpeymanan di têkoşîna li hember terorê de berdewam dibin.
McKenzie pesnê rola hêzên Iraqê di rûbirûbûna DAIŞê de da û got: “Iraqî bi xwe şerê meydanî yê terorê dikin, hêzên Amerîka û Hevpeymanan, xwe ji operasyonên serbazî dûr dixin û tenê piştevanî û perwerde û rahênanê bi hêzên Iraqê dikin.”
Li ser siberoja hêzên wan ên li Iraqê, General Kenneth McKenzie destnîşan kir ku gotûbêja stratejîk a Bexda û Waşîngtonê, dê çarenûsa wan hêzan diyar bike, di heman demê de got: “Ez ne di wê baweriyê de me ku em di demeke nêz de Iraqê bi cih bihêlin.”