Qanûna encûmenên parêzgehên Iraqê tê guhertin
Parlamenterekî Iraqê ragehand ku dê demekî nêzîk de xwendin bo pêşneyar qanûna encûmenên parêzgehan dê bê kirin, ku tê de pêşneyar hatiye kirin helbijartinên parlamentê û encûmenên parêzgehan bi yek rojê bê kirin.
Serokê lijneya herêm û parêzgehan li parlamenta Iraqê Şêrwan Dûberdanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî gelek civîn û gotûbêjên zêde li ser pêşneyar qanûna encûmena parêzgehan, demekê nêzîk de xwendina yekem bo pêşneyar qanûnê dê bê kirin, bi armanca nûjen kirinê. Ji ber piraniya fraksiyonan li gel wê yekê ne ku ew qanûn bê nûjen kirin. di vê çarçoveyê de 15 madeyên qanûnê de dê guhertin bên kirin.’’
Wî herwaha ragehand: ‘’Piştî derbaskirina proje qanûna budceyê rasterast pêşneyara qanûna encûmenên parêzgehan dê bikeve bernama kar, ji bo ku zû temam bibe. Ji ber armanca lijneyê ew e berî destpê kirina rêyên proseya helbijartinê ew pirse dê dawî pê bê.’’
Navborî amaje bi vê yekê jî kir: ‘’Gelek guhertin di qanûnê de dê bên kirin, ku ya herî giring encamdana herdu helbijartinên parlamentê û encûmena parêzgehên Iraqê di yek rojê de ye. Lê pêwîstî bi razîbûna hikûmetê wek aliyê cîhbicîhkar heye. ji ber ku ji aliyê teknîkî ve gelek kar jê tê xwestin.’’