Çile 17, 2021 21:39 Asia/Tehran
  • Li Til Eferê teqîn: 8 leşkerên Iraqê û sivîlek hatin kuştin

Li gundekî nêzîk qezaya Til Eferê bombek li ser riya karwana hêzên artêşa Iraqê teqiya û di encamê de efserekî pilebilind û 7 serbazên Iraqî û sivîlek hatine kuştin û çend kes jî birîndar bûne.

Îro teqîna bombekê li gundê Şeraehî li rojavayê Til Eferê bû sedema mirina berpirsê Fewca Du ya artêşa Iraqê û 7 efserên din ên vî welatî ku du kes ji wan xelkê Mûsilê ne, lê ewên din hêj ne xuya ye ka xelkê kîjan bajarên Iraqê ne, herwiha di vê teqînê de sivîlekî jî jiyana xwe ji dest da.”

Hîn ti kom û aliyekî berpirsyariya teqînê li xwe negirtiye, lê pêştir terorîstên DAIŞê li heman sînorî bombe danîbûn.

Li gor zanyariyan, ew serbazên artêşa Iraqê ku îro li gundê Şeraehê yê Til Eferê bombe bi wan ve teqiyaye, îro li gel tîmeke pûçkirina mînan serdana wî gundî kirine û xwastine ku navçeyê ji mîn û teqmeniyan paqij bikin.

Dema ku ew hêzên Iraqê bi otomobîla xwe li navçeyê geriyane, bombek bi wan ve teqiyaye û di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Vê teqînê ji xelkê navçê tirs û xuf çêkiriye ji ber ku hîn bombe û bermayiyên teqemeniyên terorîstên DAIŞê li navçê û derdora gund mane.

Gundê Şeraeh dikeve rojavayê qezaya Til Eferê û 30 malbat lê dijîn. Qezaya Til Eferê ser bi parêzgeha Mûsilê ve ye û dikeve rojhilatê qezaya Şingalê.

Serepeyv