Bombeyek vedayî di karwanekî artêşa terorîstî ya Amerîkayê de teqîya
Çile 01, 2021 18:45 Asia/Tehran
Di destpêka sala nû de li ser rêya navdewletî ya Semawe bombeyeke vedayî bi karwaneke Hevpeymaniya Navdewletî ya qaşo li dijî DAIŞê de teqiya.
Jêdereke ewlehiyê ya Iraqê ragihand; li ser rêya navdewletî ya Semawe bombeyeke vedayş bi karwaneke Hevpeymaniya Navdewletî de teqiya û di encama teqînê de tenê zirarên madî derketin holê.
Komeke çekdar ku navê "Qasim El Cebarîn" li xwe daniye, berpirsyariya wê êrîşê girte stûyê xwe.
Herwiha komeke çekdar a bi navê Eshab El Kehf di daxuyaniyekê de ji komên Muqaweme daxwaz kiribû; li her derê, karwanên serbazî û serbazgehên Artêşa terorîst a Amerîka û Hevpeymanan bikin armanc.