Amerîka 30 wesayîtên zirxî dide Iraqê
Balyozxana Amerîkayê ya li Bexdayê ragihand, Waşîngtonê 30 wesayîtên zirxî û otombîlên Hummer ên nû dane artêşa Iraqê, ji bo aramiya Bexdayê biparêze.
Balyozxana Amerîka li Bexdayê diyar kir, Waşîngton bi hevkariya artêşa Iraqê re pabend e, ji bo aramiya welat û paytextê biparêze. Di vê çarçoveyê de jî, 30 otombîlên leşkerî ku ji zirîpoş û Hummeran pêk hatine, dane artêşa Iraqê.
Balyozxana Amerîka behsa wê çendê jî kiriye, armanc ji wê hevkariyê ew e, ji bo parastina ewlehiya navçeya kesk a Bexdayê ye ku piraniya nûnertiyên welatan, avahiyên hikûmî û Balyozxana Amerîka jî lê ye.
Li gor daxuyaniya balyozxanê ev hevkarî beşek ji pilaneke berfirehtir a hevkarî û hevahengî ya di navbera Amerîka û artêşa Îraqê de ye.
Balyozxana Amerîka herwiha diyar kir: "Ji bo ku Bexda aram bibe û pêşerojeke aram ji bo gelê Iraqê pêk were, em ê bi hevkariyên xwe de berdewam bin"
Eva di rewşekê de ye ku piraniya xelkê Iraqê hebûna hêzên amerîkî di nav Iraqê de û piştgiriya wan ji komên terorîstî sebeba bê ewlehî û bê îstiqrariya welatê xwe dizanin.