Hêzên Iraqê operasyoneke leşkerî li dijî terorîstên DAIŞ`ê ragihand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i322501-hêzên_iraqê_operasyoneke_leşkerî_li_dijî_terorîstên_daiŞ_ê_ragihand
Hêzên Iraqê berbanga vê sibehê li rêzeçiyayên li bakurê bajarokê Badoş li rojavayê Mûsilê, operasyoneke leşkerî li dijî terorîdtên DAIŞ`ê da destpêkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 22, 2020 11:54 Asia/Tehran
  • Hêzên Iraqê operasyoneke leşkerî li dijî terorîstên DAIŞ`ê ragihand

Hêzên Iraqê berbanga vê sibehê li rêzeçiyayên li bakurê bajarokê Badoş li rojavayê Mûsilê, operasyoneke leşkerî li dijî terorîdtên DAIŞ`ê da destpêkirin.

Fermendariya Hevbeş a Leşkerî ya Iraqê da zanîn ku operasyon bi desteka balafiran pêk tê.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewelehiya Nîştimanî ya Iraqê, ev operasyon hemwextî serdana wezîrê ewlehiyê yê Iraqê Ebdulxenî El-Esedî ji Herêma Kurdistanê re ji bo nîqaşkirina mijarên hevbeş ên ewlehiyê pêk tê.

Li aliyekî din Ragihandina Ewlehiyê ya Fermî ragihand ku li parêzgeha Diyalayê ya li bakurê rojhilatê Bexdayê piştî teqîna bombeyekê ku di encamê de 9 leşker birîndar bûn, şerên dijwar bi çeteyên DAIŞ`ê re rû dan.