Qaymeqamê Şingalê: PKK hîn ji Şingalê derneketiye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i322166-qaymeqamê_Şingalê_pkk_hîn_ji_Şingalê_derneketiye
Qaymeqamê Şingalê dibêje, heta niha jî hêzên girêdayî PKKê li hember bicîhanîna rêkeftina Şingalê astengiyan derdixînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 10, 2020 07:53 Asia/Tehran
  • Qaymeqamê Şingalê: PKK hîn ji Şingalê derneketiye

Qaymeqamê Şingalê dibêje, heta niha jî hêzên girêdayî PKKê li hember bicîhanîna rêkeftina Şingalê astengiyan derdixînin.

Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl di daxuyaniyekê de ragihandiye, hîn çekdarên PKKê ji Şingalê derneketine û li pêşiya bicîhanîna rêkeftina Şingalê dibin asteng.

Mehma Xelîl her wiha gotiye, ew derketina wan ya ku çend roj berê dihat gotin, derew bû ji ber ku komek çekdarên wan ji nav Şingalê derketin. Lê di rastiyê de hîn bitûm ji Şingalê derneketine.

Bi gotina qaymeqamê Şingalê, ji bona ku rewşa Şingalê normal û aram bibe û rêkeftina Şingalê jî bicîh were, divê hêzên PKKê bi temamî ji Şingalê derkevin.