Artêşa Iraqê li çiyayê Kolik ê Şengalê bicih bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i321712-artêşa_iraqê_li_çiyayê_kolik_ê_Şengalê_bicih_bû
Hêzên Artêşa Iraqê ku derbasî Şengalê bûn, hejmara herî mezin li Çiyayê Kolik ê rojavayê Şengalê bi cih bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 24, 2020 19:14 Asia/Tehran
  • Artêşa Iraqê li çiyayê Kolik ê Şengalê bicih bû

Hêzên Artêşa Iraqê ku derbasî Şengalê bûn, hejmara herî mezin li Çiyayê Kolik ê rojavayê Şengalê bi cih bû.

Ji bo pêkanîna peymana di navbera Hewlêrê û Bexdayê de, artêşa Iraqê weke gava yekemîn hêzek şand Şengalê. Li gorî agahiyan, hejmara wê hêzê gihîştiye 2 hezar û 500 kesî. Niha ev hêz ji gundê Medîban, Sîba Şêx Xidir heta çiyayê Kolik ku herêmên sînor in bicih bûye.

Li gorî agahiyên ji  çavkaniyên Artêşa Iraqê hatine bidest xistin, ev hêz wê  heta bajaroka Rebîa bikin bin Kontirola xwe. Bi vê yekê sînorê navbera Şengalê û Rojavayê Herêma Kurdistanê bi giştî dikeve di bin destê Artêşa Iraqê de.

Heta niha gelek caran welatiyên Şengalê li dijî vê peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de derketine û nerizamendiya xwe derheq wê nîşan dane.