Bexda 2 lîwayên polîsê federal li Şingalê bicîh dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i321580-bexda_2_lîwayên_polîsê_federal_li_Şingalê_bicîh_dike
Jêderekî ewlehiyê ragihand: Duh pêncşemê du lîwa ji polîsên federalî yên Iraqê gihêştin parêzgeha Nînowayê ji bo bicihbûna li navçeya Şengalê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 20, 2020 18:55 Asia/Tehran
  • Bexda 2 lîwayên polîsê federal li Şingalê bicîh dike

Jêderekî ewlehiyê ragihand: Duh pêncşemê du lîwa ji polîsên federalî yên Iraqê gihêştin parêzgeha Nînowayê ji bo bicihbûna li navçeya Şengalê.

Jêderê ewlehiyê ji malpera Şefeq Newsê re ragihandiye: “Ew du lîwayên hêzên polîsên federalî gihêştine navçeya Şengalê, da ku îro înê li wir bi cih bibin.”

Wî herwiha eşkere kiriye: “Hêzên polîsên federalî li devera sînorî yê ligel Sûriyê belav bûne.” Li ser hejmara her du lîwayan diyar kiriye ku herî kêm 2 hezar û 500 polîs in.

Bexda û Hewlêr di 9ê Cotmehê de gihêştin rêkeftinekê. Li gor wê rêkeftinê, her du alî, wê deverê ji aliyê îdarî û ewlehî ve bi hevbeşî bi rê ve bibin.

Herwiha li gor rêkeftinê, hêzên federalî yên Iraqê dê li wê navçeyê belav bibin û divê hemû komên çekdar ên din ji Şengalê derkevin.