Tirkiyê êrîşa asimanî bire ser hêzên Êzidî li Şengalê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i321210-tirkiyê_êrîşa_asimanî_bire_ser_hêzên_Êzidî_li_Şengalê
Firokeyên bêfirokevan ên Artêşa Tirkiyê bi êrîşa ser Şengalê, hêzên YBŞ (Yekîneyên Berxwedana Şengalê) dane ber bombeyan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 09, 2020 05:48 Asia/Tehran
  • Tirkiyê êrîşa asimanî bire ser hêzên Êzidî li Şengalê

Firokeyên bêfirokevan ên Artêşa Tirkiyê bi êrîşa ser Şengalê, hêzên YBŞ (Yekîneyên Berxwedana Şengalê) dane ber bombeyan.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Medyayên Herêma Kurdistanê ji wan Shar Press û Rûdawê ragihandin ku êvara duh Şemiyê, 8ê Mijdarê, Firokeyên bêfirokevan ên Artêşa Tirkiyê gundê Bara li navçeya Xanesorê ya Şengalê ya ser bi parêzgehya Nêynewayê li bakurê Iraqê dane ber bombeyan.

Li gorî nûçeyê, erebeyeke YBŞ (Yekîneyên Berxwedana Şengalê) di vê êrîşê da bûye hedef û lêniştiyên wê birîndar bûne.

Tirkiyê pêştir jî hêzên YBŞ (Yekîneyên Berxwedana Şengalê) ku ji aliyê PKK va û bi perwerdehî û rêxistinkirina niştecihên Êzidî yên Şengalê jibo berevaniya ji navçeyê hatiye damezirandin, daye ber êrîşê.