Berdevkê Kazimî: Lihevkirina Hewlêr û Bexdayê hinek hêrs kirine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i320858-berdevkê_kazimî_lihevkirina_hewlêr_û_bexdayê_hinek_hêrs_kirine
Dewleta Iraqê ragihand ku lihevkirina navbera Hewlêr û Bexdayê derbarê Şengalê hinek hêrs kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 28, 2020 20:19 Asia/Tehran
  • Berdevkê Kazimî: Lihevkirina Hewlêr û Bexdayê hinek hêrs kirine

Dewleta Iraqê ragihand ku lihevkirina navbera Hewlêr û Bexdayê derbarê Şengalê hinek hêrs kirine.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Shafagh Newsê, Ehmed Mula Telal Bedrevkê dewleta Iraqê got: lihevkirina navbera Hewlêr û Bexdayê derbarê Şengalê hinek hêrs kirine.

Helbet wî navê tu aliyekî negirt.

Mula Telal got: Lihevkirina navbirî dê bibe sebeba vegeriyana xelkê vî bajarî bo cihwarê xwe û amadekirina rewşê jibo avakirina vî bajarî û derketina kesên ku ji derveyî sînoran derbasî nav vî bajarî bûne.

Shafagh Newsê zêde kiriye ku mebesta Telal ji van kesan, hêzên PKKê ye.