Li parêzgeha Selehedîna Iraqê termên 8 kesan hat dîtin
Çirî 17, 2020 17:58 Asia/Tehran
Îro li herêma Ferhanî ya parêzgeha Selehedînê terme 8 kesan hat dîtin.
Berdevkê Parêgariya Selehedînê Cemal Ukab, ji BasNewsê re axivî û da zanîn îro roja şemiyê 17. 10.2020an li herêma Ferhanî ya Selehedînê termê 8 kesan hatiye dîtin.
Herwiha Cemal Ukab tekez jî kir ew kes ji aliyê komeke çekdar ve hatibûn revandin û piştî revandina wan bi çend rojan termên wan ji aliyê hêzên emnî ve hatine dîtin.
Di berdewamiyê jî de Cemal Ukab tekez kir heta niha ew nizanin bê ka kiryara terorîstî DAIŞê kiriye yan komeke din a çekdar.