Iraq; Teqînek li enistîtûyeke amerîkî li Necefê qewimî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i319623-iraq_teqînek_li_enistîtûyeke_amerîkî_li_necefê_qewimî
Çavkaniyên nûçeyann qala qewimîna hin teqînan li enisstîtûyeke amerîkî ya fêrkirina zimanê Englîsî li bajarê Necefa Eşref û bihîstina dengê teqînê li bakurê Bexdayê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 18, 2020 05:00 Asia/Tehran
  • Iraq; Teqînek li enistîtûyeke amerîkî li Necefê qewimî

Çavkaniyên nûçeyann qala qewimîna hin teqînan li enisstîtûyeke amerîkî ya fêrkirina zimanê Englîsî li bajarê Necefa Eşref û bihîstina dengê teqînê li bakurê Bexdayê kirin.

Çavkaniyên nûçeyan ên Iraqê ji wan kanala El-Hedesê û ajansa Sûmiriyê ragihandin ku berbanga roja Îniyê teqînek li anitîtûyeke amerîkî ya fêrkirina zimanê Englîsî li bajarê Necefa Eşref qewimiye.

Polîsê Necefa Eşref jî tevî piştrastkirina qewimîna teqînê ragihand ku ji ber vê bûyerê kesek nebûye gorî û tenê hin ziyanên madî lêketine.

Di bûyereke din da, Kanala Exbariyê ji zarê çavkaaniyekê qala bihîstina dengê teqînê li bakurê Bexdaya paytexta Iraqê kir.

Her wiha çavkaniyên nûçeyan qala teqîna çend bombeyan li ser rêya hereketa karwanê wesayitên leşkerî yên Amerîkayê li navenda Iraqê kirin.