Salih: Iraq dê nebe qada pevçûna welatên din
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i319203-salih_iraq_dê_nebe_qada_pevçûna_welatên_din
Serokomarê Iraqê di civîna çapemeniyê digel hevpêşeyê xwe yê fransî li Bexdayê got: Iraq dê nebe qada pevçûna welatên din.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 02, 2020 14:01 Asia/Tehran
  • Salih: Iraq dê nebe qada pevçûna welatên din

Serokomarê Iraqê di civîna çapemeniyê digel hevpêşeyê xwe yê fransî li Bexdayê got: Iraq dê nebe qada pevçûna welatên din.

Li gorî rapora malpera Melûmeyê, Berhem Salih got: Divê navçe ewleh be û bingeha vê ewlehiyê, hebûn adewleteke bihêz û hakimiyet li Iraqê ye.

Wî got: Têkbirina tam a têrorîsmê li Iraqê hewcedara piştevaniya dostan û civata navneteweyî ye.

Êmanûêl Mekron serokomarê Fransayê jî ku sibeha îro gihîşte Bexdayê bi gotina vêya ku Iraq tûşî pirsgirêkên aborî û ewlehî û şerê dijî DAIŞê ye, got: Fransa pişta Iraqê û gelê wî digire.

Wî got: Destwerdanên derveyî dewlet û welatê Iraqê lawaz dike.