Iraq- 63 kesên din bi Koronayê mirine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i318269-iraq_63_kesên_din_bi_koronayê_mirine
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 saetên borî de ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) 63 kesan jiyana xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 02, 2020 18:43 Asia/Tehran
  • Iraq- 63 kesên din bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 saetên borî de ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) 63 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 saetên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 63 kesan canê xwe ji dest dane û 2 hezar û 447 kes bi vîrûsa koronayê ketine. Herwiha 2 hezar û 611 kes jî baş bûne.

Wezaretê di daxuyaniya 2ê Tebaxa 2020an de eşkere kiriye; heta niha 129 hezar û 151 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 91 hezar û 886 kes, ango bi rêjeya %71 ji vê vîrûsê rizgar bûne.

Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 298 kes li nexweşxaneyên Iraqê di bin çavdêriya sift de ne û heta niha hezar û 868 kesan canê xwe ji dest dane.