Hezîran 30, 2020 22:40 Asia/Tehran
  • 40 malbatên din vegeriyan Şengalê

40 malbatên din ên Êzidî yên li kampên Herêma Kurdistanê diman vegeriyan Şengalê.

Vegera welatiyên Şengalê yên ji ber fermana 2014’an neçar man xaka xwe terk bikin, berdewam dike.

40 malbatên Êzidî yên li kampên Çemişko, Xankê û Biedrê yên Herêma Kurdistanê diman û vegeriyan Şengalê li Sinûnê ji aliyê Meclîsa Giştî ya Sinûnê hatin pêşwazîkirin.

Welatiyê bi navê Cihad Xidir ê yek ji kesên vegeriyaye warê xwe got, “Em îro gelek kêfxweş û baş in ku em vegeriyane ser axa xwe. Ez daxwaz dikim gelê me hemû vegerin ser axa xwe. Lê ji bo vegerê jî hewce ye rê werê vekirin. Gelek kes dixwazin vegerin ser axa xwe ji ber rê nikarin vegerin. Em dixwazin rê bê vekirin.”