DAIŞê êrişî gundekî Kakeyiyan kir: 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i316808-daiŞê_êrişî_gundekî_kakeyiyan_kir_7_kesan_jiyana_xwe_ji_dest_dan
Li navçeya Xaneqînê êrişî gundekî Kurdên Kakeyî kirin. Di êrişê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. 2 jê leşker in. 5 kes jî birîndar bûn.Tê gotin ev êriş karê koma terorîst a SAIŞê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 14, 2020 15:49 Asia/Tehran
  • DAIŞê êrişî gundekî Kakeyiyan kir: 7 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Xaneqînê êrişî gundekî Kurdên Kakeyî kirin. Di êrişê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. 2 jê leşker in. 5 kes jî birîndar bûn.Tê gotin ev êriş karê koma terorîst a SAIŞê ye.

Şeva borî hejmarek çekdar êrişî gundê Dara yê navçeya Xaneqînê ya parêzgeha Diyale kirin. Li gorî agahiyên ji Nexweşxana Lezgîn a Xaneqînê hatine girtin, di encama êrişê de 7 kes hatine kuştin. Ji vane 5 sivîlin û 2 leşker in. Herwiha 5 kes jî birîndar bûne. 4 birîndar rakirina nexweşxaneyên Diyale. Birîndarek li nexweşxana  Xaneqînê tê dermankirin.

Heta niha li herêmê ev çend car in li dijî gundên Kurdên Kakeyî êriş pêk tên. Di encama êrişan de welatiyên sivîl dibin qurbanî.

Hatiye ragihandin ku ev êrişana karê koma terorîst a DAIŞê ye