Iraq- 53 kesên din bi Koronayê mirine
Hezîran 13, 2020 18:06 Asia/Tehran
Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Iraqê di derbarê amarên 24 saetên dawî yên Koronayê li Iraqê daxuyaniyek belav kir û aşkere kir ku yek hezar û180 kesên din li seranserî Iraqê bi Koronayê ketine û 53 kes jî bi Koronayê mirine.
Êvara îro roja şemiyê 13.06.2020an Wezareta Tendirustiya Iraqê ragihand hezar û 180 kesên din bi Koronayê ketine û 647 kes jî baş bûne. Herwiha 53 kes jî bi Koronayê mirine.
Li gor zanyariyên Wezareta Tendirustiyê heta niha 18 hezar û 950 kes li Iraqê bi koronayê ketine.
Herwiha 7 hezar 515 kes baş bûne û 549 kes jî ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dane.