Berpirsê MITê ya Tirkiyê bi nihênî serdana Îraqê kirîye
Hezîran 13, 2020 05:18 Asia/Tehran
Çavkanîyekê sîyasî yê Îraqê duh aşekera kirîye, roja Pêncşemê, 11/6/2020 Hakan Fîdan berpirsê Rêxistina hewalgirîya (sîxoriya) Tirkiyê bi nihênî serdana Îraqê kirîye.
Ewî çavkanî ku nevîyaye navê xwe aşkera bike, ji kenala RT ya Rûsiyê re ragehandîye, Fîdan di serdana xwe de li gel hejmareka berpirsên sîyasî û hikumeta Îraqê civîya ye.
Wî çavakanî zanyarîyên zêdetir derbarê naveroka civînan û armanca serdan berpirsê MITê Hakan Fîdan bo Îraqê nedaye.
Hevdem hikumeta Îraqê jî di vî warî de, ti zanyarî neweşandiye.