Iraq- 31 kesên din bi Koronayê ketine
Hezîran 11, 2020 18:10 Asia/Tehran
Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Iraqê di daxuyaniyekê de aşkere kir ku di heyama 24 saetên dawî de hezar û 261 kesên din bi Koronayê ketine û 31 kesên din jî bi Koronayê mirine.
Êvara îro roja pêncşemê Wezareta Tendirustiya Iraqê di daxuyaniyekê de da zanîn di 24 saetên dawî de yek hezar û 261 kesên din bi Koronayê ketine û 354 kesên din jî baş bûne û 31 kes jî bi Koronayê mirine.
Herwiha jimara nexweşên Koronayê li Iraqê bûye 16 hezar û 675 kesan û 6 hezar û 568 kes jî baş bûne û 457 kes jî bi Koronayê mirine.