1268 kesên din li Iraqê bi Koronayê ketin
Hezîran 07, 2020 18:49 Asia/Tehran
Hat ragihandin ku li Iraqê di 24 saetên dawî de hezar û 286 kesên din jî bi vîrusa Koronayê ketine.
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê têkildarî agahiyên dawî yên vîrusa Koronayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Li gor daxuyaniyê di 24 saetên dawî de 8 hezar û 609 test hatine kirin, di encam de hezar û 268 kesên ku bi vîrusa Koronayê ketine, hatine tespîtkirin.
Her wiha hat diyarkirin ku 282 kes baş bûne û 28 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Li gor daneyên dawî li Iraqê heta niha 12 hezar û 366 kes bi vîrusa Koronayê ketine, ji wan 5 hezar û 186 kes baş bûne, 346 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.