Kabîneya Iraqê ji Parlimana Iraqê dengê baweriyê bo wezîrên mayî wergirt
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i316553-kabîneya_iraqê_ji_parlimana_iraqê_dengê_baweriyê_bo_wezîrên_mayî_wergirt
Parlimana Iraqê piştî çend hefteyan nakokiya siyasî dengê baweriyê da wezîrên mayî yên dewleta Mistefa Kazimî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 06, 2020 18:14 Asia/Tehran
  • Kabîneya Iraqê ji Parlimana Iraqê dengê baweriyê bo wezîrên mayî wergirt

Parlimana Iraqê piştî çend hefteyan nakokiya siyasî dengê baweriyê da wezîrên mayî yên dewleta Mistefa Kazimî.

Li gorî rapora Sumiriye Newsê, Civîna Parlimana Iraqê roja Şemiyê bi serokatiya Mihemed Helbûsî û bi beşdariya 247 nûneran tevahiya 329 nûneran hat lidarxistin û di dawiyê da heft wezîrên mayî dengê baweriyê wergirtin.

Nûnerên iraqî dengê baweriyê dan Fuad Hisên wezîrê karên derve û Ihsan Ebdulcebar wek wezîrê neftê.Her wiha nûnerên iraqî her wiha dengê baweriyê dan namzedên pêşniyarî Mistefa Kazimî jibo wezaretxaneyên Çand, Dadwerî, Ticaret, Koçberî û Cotkariyê û bi vî awayî kabîneya Kazimî hat kemilandin.