Hadî Amirî ji nûnertiya Parlimana Iraqê istîfa kir
Hezîran 06, 2020 18:14 Asia/Tehran
Hadî Amirî, Serokê Hevpeymaniya Fethê ya Iraqê ji nûnertiya li parlimana vî welatî istîfa kir.
Li gorî rapora Sumiriye Newsê, Hadî Amirî, Serokê Hevpeymaniya Fethê ya Iraqê û rêberên Heşda Şeibî îro Şemiyê bi awayekî fermî istîfaya xwe radestî Mihemed Helbûsî Serokê Parlimanê kir.
Helbûsî jî daxwaza Hadî Amidî jibo istîfayê pejirandiye.Hevpeymaniyê Fethê di hilbijartina parlimanî ya sala 2018an karîbû bi wergirtina 47 kursiyan piştî hevpeymaniya Sairûnê bi rêbertiya Muqteda Sedr zêdetirîn deng bi dest xistin.