Kerkûk – Li Daqûqê 13 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
Hezîran 02, 2020 20:41 Asia/Tehran
Li devera Daqûq ya Kerkûkê, di êrişa firokeyên şer de 13 terorîstên DAIŞ hatin kuştin.
Qaymeqamê bajarokê Daqûq, Luys Xizir ji BasNewsê re got, firokeyên hêzên hevpeyman îro çeperên DAIŞê yên derdora Daqûqê bordûman kirin.
Qaymeqamê Daqûqê da zanîn, di wê êrişê de herî kêm 13 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.
Hêjayê ragihandinê ye ku berdevkê Ragihandinê yê Fermandeyê Gişt hêzên çekdar ên Iraqê Yehya Resûl got: Operasyona ‘Lehengên Iraqê’ li dijî terorîstên DAIŞê ji îro sêşemê serê sibê ve li gor telîmata serokwezîr Mustefa Kazimî fermandeyê gişt hêzên çekdar ên Iraqê û li bin çavdêriya navenda operasyonên hevbeş li deverên başûrê rojhilatê parêzgeha Kerkûkê despê kiriye.