Amerîka:Bo vekişîna ji Iraqê em li benda pêkhatina hikûmeta nû ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i315544-amerîka_bo_vekişîna_ji_iraqê_em_li_benda_pêkhatina_hikûmeta_nû_ne
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper aşkere kir, Amerîka li benda wê yekê ye ku hikûmeta nû ya Iraqê pêk were bo hiştin an jî vekişîna hêzên xwe li Iraqê ligel wê hikûmetê gotûbêj bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 05, 2020 16:38 Asia/Tehran
  • Amerîka:Bo vekişîna ji Iraqê em li benda pêkhatina hikûmeta nû ne

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper aşkere kir, Amerîka li benda wê yekê ye ku hikûmeta nû ya Iraqê pêk were bo hiştin an jî vekişîna hêzên xwe li Iraqê ligel wê hikûmetê gotûbêj bike.

Ligor rêkeftina Amerîka û Iraqê diviya bû herdu welatan di meha hezîranê de meseleya mayîna hêzên Amerîkayê ligel Iraqê gotûbêj bikira û herdu aliyan rêkeftina xwe ya nû ya stratejik nû bikira.

Îro roja sêşemê 05.05.2020an Mark Esper di konferanseke rojnemevaniyê de da zanîn Amerîka li benda rêkeftina aliyên siyasî û pêkhatina hikûmeta nû ya Iraqê ye bo vekişandina hêzên xwe ligel Iraqê gotûbêj bike.

Herwiha Esper aşkere jî kir Amerîka ligel yekparçeyîya Iraqê ye û dixwaze Iraq welatekî xwedan serwer be.

Aliyên siyasî yên Iraqê hîn li ser dengdana kabîneya serokwezîrê Iraqê yê raspartî Mistefa Kazimî lihevnekirine û heta niha roja dengdana kabîneya Kazimî jî ne diyar e.