Parlamenterekî Dewleta Qanûnê: Êrîşên DAIŞê plana Amerîkayê ye
Parlamenterekî Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ku Nûrî Malikî serokatiya wê dike radigehîne êrîşên vê dawiyê yên rêxistina terorîst a DAIŞê, plana Amerîkayê ye.
Îro 05.05.2020ê parlamenterê Dewleta Qanûnê Mensûr Beicî di beyanameyekî de daxwaz ji wezareta berevanî û navxwe ya Iraqê kir, operasyonên leşkerî li hember DAIŞê berfireh bikin û di demekî herî kurt de wê rêxistina terorîst jinavbibin.
Mensûr Beicî got, DAIŞ ji ber dengdana parlemana Iraqê, ya li ser projeqanûna derxistina hêzên Amerîkayê êrîş dike ser hêzên Heşdî Şeibî û artêşa Iraqê.
Li gor wî parlamenterê Iraqê êrîşên DAIŞê bi şik in û wek ‘’Planeke pîs a Amerîkayê ne’’ ku krîza darayî, pêknehatina hikûmetê û belavbûna vîrusa korona wek derfetek bikartîne bo pêkanîna êrîşê li ser hêzên Iraqê.