Despêbûna operasiyona berfire li dijî bermayiyên DAIŞê li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i315539-despêbûna_operasiyona_berfire_li_dijî_bermayiyên_daiŞê_li_iraqê
Berdevkê Fermandetiya giştî ya hêzên çekdar ên Iraqê ragihand ku serokwezîr destûra despêkirina operasiyoneke berfire ji bo îmhakirin û bêbandorkirina bermayiyên koma terorîst a DAIŞê daye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 05, 2020 13:41 Asia/Tehran
  • Despêbûna operasiyona berfire li dijî bermayiyên DAIŞê li Iraqê

Berdevkê Fermandetiya giştî ya hêzên çekdar ên Iraqê ragihand ku serokwezîr destûra despêkirina operasiyoneke berfire ji bo îmhakirin û bêbandorkirina bermayiyên koma terorîst a DAIŞê daye.

Li gor nivîsîna malpera Al-Ahd Newsê, Berdevkê Fermandetiya giştî ya hêzên çekdar ên Iraqê Ebdulkerîm Xelef got: Serokwezîrê Pêşvebirinaa Karûbaran  Adil Ebdulmehdî destûr daye gişt fermandeyên operasiyonê ku bi hevkariya rêxistinaa îstixbaratê û piştgiriya hêza hewayî, bermayiyên DAIŞê li her derekî Iraqê bitûm ji naav biben.

Berdevkê Fermandetiya giştî ya hêzên çekdar ên Iraqê got: Nûçeyên derbarê vegerîna DAIŞê hatine mezin kirin û ew ne li gor rastiyan e, rast vê koma terorîst li hin deveran êrişî ser hêzên iraqî û xelkê sivîl kirine, lê divê were gotin li wan deveran hêzên iraqî kêm bûne.

Xelef gor: Operasiyona îmhakirina DAIŞê bi beşdariya Hêza Hewayî, Hêza Artêş, Heşda Şebî, Fermansetiya Operasiyona Enbarê , El-Cezîrê û El-Basiyê û hêzên li dij terorê bi rêve diçe û ev hêzana heya sînorê Sûriyê pêşve diçin.