Wezareta Tenduristiyê: Li Iraqê 50 kesên din jî bi Koronayê ketine
May 05, 2020 04:17 Asia/Tehran
Wezareta Tenduristiyê yê Iraqê ragihand ku di 24 saetên dawî de 4 hezar û 324 test pêk anîne, di encama van testan de derketiye holê ku 50 kes bi vîrusa Koronayê ketine.
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê têkildarî agahiyên dawî yên vîrusa Koronayê daxuyanî da.
Wezaretê diyar kir ku di 24 saetên dawî de 4 hezar û 324 test pêk anîne, di encama van testan de derketiye holê ku 50 kes bi vîrusa Koronayê ketine, her wiha kesekî jiyana xwe ji dest daye û 54 kes jî baş bûne.
Di dawiya daxuyaniyê de jî hat ragihandin ku li Iraqê heta niha 2 hezar û 346 kes bi Koronayê ketine, ji wan hezar û 544 kes baş bûne û 98 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.