Hûrgiliyên êrişa DAIŞê li Iraqê bi alîkariyaa Amerîkayê
Hûrgiliyên êrişa roja şemê ya koma terorîstî ya DAIŞê ser hêzên ewlehiyê û Heşda Şebiya Iraqê li parêzgeha Selahedînê diyar bûn.
Ajansa Tesnîm ragihand ku Birêvebirê Ragihandinê ya Heşda Şebiya Iraqê Mehened El-Uqabî ji televîziyona Al-Mayadeen a Lubnanê re got: Terorîstên DAIŞê êrişa xwe li parêzgeha Selahedînê ser Heşda Şebî ji çar aliya ve encaam da û ev êriş heya sibeha roja şemiyê duyê Gulanê berdewam kir.
Wî got: Hin wesayît û çekên DAIŞê li vê êrişê de nû bûn û parek ji wan bi qayiqan cih hat.
Birêvebirê Ragihandinê ya Heşda Şebiya Iraqê got: Piraniya komên terorîst li Iraqê bi çek û alîkariyên Amerîkayê ji Sûriyê derbasî nav Iraqê bûne.
Mehened El-Uqabî got dema em ji DAIŞê li Iraqê diaxivin, mebesta me şaneyên terorîstî ne ku ji aliyê navneteweyî tên piştggirîkirin.
Li gorî daxuyaniya Heşdî Şebî çeteyên DAIŞ li parêzgeha Selahedînê ji aliyê Mikêşfiye, Tel Zenab, Yesrîb, Mitîbîce û Eldur a derdora Samarayê ve êrîşî hêzên Heşda Şeebî kirine. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama vê êrîşa terorîstî ya bi alîkariya Amerîkayê de 10 endaamên Heşdî Şebî hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku hejmarek çeteyên DAIŞ'ê jî hatine kuştin û cenazeyên wan di cihên xwe de mane.