Li Iraqê 66 kes bi Koronayê ketin, 59 kes baş bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i315456-li_iraqê_66_kes_bi_koronayê_ketin_59_kes_baş_bûn
Wezareta Tendirustî ya Iraqê bi daxuyaniyek eşkere kir di nava 24 saetên dawî de 2 hezar û 854 testên vîrûsê hatine çêkirin. Di encamê de derket ku 66 welatî bi virûsê ketine. Her wiha kesek mir û 59 kes jî baş bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 02, 2020 21:09 Asia/Tehran
  • Li Iraqê 66 kes bi Koronayê ketin, 59 kes baş bûn

Wezareta Tendirustî ya Iraqê bi daxuyaniyek eşkere kir di nava 24 saetên dawî de 2 hezar û 854 testên vîrûsê hatine çêkirin. Di encamê de derket ku 66 welatî bi virûsê ketine. Her wiha kesek mir û 59 kes jî baş bûne.

Wezareta Tendirustî ya Iraqê têkildarê daneyên dawî yên virûsê daxuyaniyek nivîskî belavkir.

Li gorî daxuyaniyê di 24 saetan de 2 hezar û 854 testên vîrûsê hatine çêkirin. Di encamê de derket holê ku 66 kes bi vîrûsa  Koronayê  ketine. Ji vana 35 kes li Bexda, 3 kes li Kerbela, 17 kes li Besra, li Wast,Kerkûk û Musena 3 kes, li Hewlêr 6 kes û li Selahedînê jî 2 kes bi virûsê ketine.

Her wiha hate gotin kesek li Bexda ji ber virûsê mir û 59 kes jî baş bûne.

Li gorî daxuyaniyê bi giştî 2 hezar 219 kes bi vîrûsê ketine, 1 hezar 473 kes baş bûne û 95 kes jî mirine.