Balyozê Îranê li Iraqê Hevderdiya xwe digel malbatên şehîdên Heşda Şeibiyê diyar kir
Balyozê Îranê li Bexdayê tevî şermezarkirina cinayeta berbanga Şemiyê ya Koma têrorîst a DAIŞê ya şehîdkirina zarên Iraqê, hevderdiya xwe digel malbatên şehîdn Heşda şeibiyê diyar kir.
Li gorî rapora IRNAyê, Îrec Mescidî, Balyozê Îranê li Iraqê li twitterê nivîsî: Careke din têrorîstên DAIŞê cinayetek pêk anîn û hejmareke zarên Iraqê şehîd kirin.
Di pevçûnên giran ên berbanga şemiyê ya hêzên Heşda şeibî digel çeteyên têrorîst û DAIŞî li navçeya Beledê û Mekîşfeyê li bakurê Tikrîtê û bakurê Samerayê li parêzgeha Selahedînê 10 kes ji hêzên Heşda Şeibî şehîd bûn û 4 kes jî birîndar bûn.
Hejmareke têrorîstan jî di van pevçûnan da birîndar bûn an hatine kuştin.
Li pey vê cinayetê, yekîneyên ewlehiyê yên Iraqê operasiyoneke berfireh a ewlehiyê jibo şopandin û serkutkirina çeteyên têrorîst ên DAIŞê li navçeyê destpê kirin.
Çalakiya şaneyên nihênî yên Koma têrorîst a DAIŞê li Iraqê di mehên bihurî da ji ber pirsgirêkên siyasî yên ji ber damezirandina dewleta nû û qeyrana belavbûna Vîrûsa Koronayê li vî welatî zêde bûye.