81 kesên din li Iraqê bi Koronayê ketin
Nîsan 28, 2020 19:24 Asia/Tehran
Hat ragihandin ku li Iraqê di 24 saetên dawî de 4 hezar û 648 test hatine kirin û 81 kesên bi Koronayê ketine, hatine tespîtkirin. Her wiha du kesan jiyana xwe ji dest daye û 33 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê têkildarî zanyariyên dawî yên nexweşiya vîrusa Koronayê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de 4 hezar û 648 test hatine kirin û testa Koronayê ya 81 kesan pozetîv derketiye. Her wiha du kesan jiyana xwe ji dest daye û 33 kes jî baş bûne.
Li gor wan zanyariyên dawî li Iraqê heta niha hezar û 928 kes bi Koronayê ketine, ji wan 90 kesan jiyana xwe ji dest daye û 319 kes jî baş bûne.