Di encama êrişeka DAIŞ'ê polîsekî Îraqî hat kuştin
Nîsan 13, 2020 03:34 Asia/Tehran
Çavkanîyeke ewlekarîya Îraqê li sinûrê parêzgeha Kerkûkê ragihand, di encama hêrişeka çekdarên DAIŞ'ê bo ser gundê Mensûrîye, li başûrê Rojavaya Kerkûkê, li mîhwera Mela Ebdullah, polîsekî hikumeta Fedral canê xwe ji dest da.
Çeteyên DAIŞ'ê xwe di gundekî de veşartine û hêzeka mezin a ewlekarîya Îraqê ew çekdar dorpêç kirine.
Her di wê çarçoveyê de, duh li devera Şêx Baba li sinûrê navçeya Celewlayê, li bakûrê rojhelatê Dîyaleyê, hêzên ewlkarîyê dest bi ramalîna deverê kir bi armanca derkirina Daişê ji wê deverê.