Çekdarên Kanadayê dê ji Iraqê derkevin
Nîsan 12, 2020 15:26 Asia/Tehran
Dewleta Kanadayê dê beşeke zêde ya hêzên xwe ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê ji Iraqê derxîne.
Rojnameya kandayî ya Ottawa Citizen'ê bi raporekê nivîsî: Kanada ji ber belavbûna Koronayê û rawestîna çalakiyên hevpeymaniya nasyar bi dijî DAIŞê û NATOyê li Iraqê, 400 çekdarên xwe ji vî welatî dibe.
Biryar e ev kes bi qasî 14 rojan li zankoya leşkerî-paşatî ya Kîngstûnê bikevin rewşa Qerentîneyê.
Li gorî vê raporê, Tenê kêmtir ji 100 hêzên kandayî dê hema wisa di çarçova hêzên hevpeyman da li Iraqê bimînin.
Li gorî vê raporê; Fransayê 100 çekdar, Spanyayê 200 çekdar û Portekîzê jî 33 çekdarên xwe ji Iraqê derxistine.
Dewleta Holandayê jî ji parlemana vî welatî ra ragihandiye ku 35 çekdar ji 40 çekdarên xwe dê bi awayê demkî ji Iraqê derxîne.