Qonaxa duyem a Operasiyona Ibtala Nesrê li rojavaya Iraqê bi dawî bû
Qonaxa duyem a Operasiyona Hêzên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê ya bi navê Operasiyona Ibtala Nesrê (Lehengên Serketinê) bi paqijkirina 12 navçeyan û lêgerîna 35 gundan li parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê bi dawî bû.
Li gorî rapora malpera Melûmeyê, Qasim Muslih, Fermandarê Operasiyona Ebarê roja Yekşemiyê ragihand: Qonaxa duyem a Operasiyona Hêzên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê ya bi navê Operasiyona Ibtala Nesrê (Lehengên Serketinê) gellek destkeft di warê dabînkirina ewlehiyê li rojavaya Iraqê hebû.
Li gorî gotina wî, du têrorîst û 14 kesên gumanbarê hevkariya bi têrorîstan ra hatin girtin û radestî navendên têkildar hatin kirin.
Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ji berbanga Pêncşemiyê, 9ê Nîsanê, Operasiyona Ibtala Nesrê (Lehengên Serketinê) dest pê kirin.